• Friday, 20 February 2026
logo

Li derya Ege ji zimanê yêk ji kesên ku rizgarbuyî

Gulan Media January 24, 2016 Nûçe
Li derya Ege ji zimanê yêk ji kesên ku rizgarbuyî
Hejmarek penaberên Kurd ku dixwestin li ser Tirkiyê re biçin welatên Ewrûpa, lê ji ber ku qeyîxa wan li derya ya Egeyê de niqûm bû piraniya wa penaberan di deryaya Egeyê de xeniqîn û beşek ji wan jî çarenusa wan ne diyare. Her di vê derbarê de BasNewsê li gel yêk ji kesên ku ji vê buyerê rizgarbuye çîroka vê trajediyê û niqûm buna wan penaberan belaw dike.

Ev penaberê ku rizgarbuye ku nexwest nave xwe bide û aşkera bike, naha li nexweşxaneyekî Tirkiye ye û li dû çarenusa hevalên xwe yê ku ne diyarin de digere ji BasNewsê re wiha axift: ‘’Em berê li gel qeçaxçiyan rêkevtin ku em bi qeyixekî mezin biçin lê dema ku em çûn perawên avê medît ku qeyîx biçûke û cihê hemû kesan têde nabe. Me xwest ku em neçin lê qeçaxçiyên Tirk gef li me xwarin û kêr û dermançe li me kêşan û em naçarbûn ku sawarbin. Li gel me jin û zarok hebûn ji bo vê jî em naçarbûn. Qeçaxçiyan dew û ruyê xwe girêdabûn û Tirki diaxiftin.’’

Derbarê niqûmbûn û rizgarbuna hindek ji wan jî got: ‘’Kesê ku qayix dajot Ereb bu û şareza nebu. Dibe ku hatibe kirêkirin. Zêdetir ji 3 caran em derdorê deryayê geriyane. Rê peyda nekir û piştra bi GPS xwest me bibe, lê ji ber ku em bi qayîxê pir hatin û çûn benzîn tê de nema û ji kar ket. Piştre şepolekî mezin li me da û qeyîx qulibî û ewên ku di beşa jor ya qayîxê de bûn li ser avê man, ewên ku di beşa jêr de bûn ketin bin avê û kes li wan rizgar nebû. ‘’

Herwaha got: ‘’Piştî 3 demjimêran di vê ava sarde em man qayîxek hat û em xilaskirin. Ez nizanim kêbun li kuderê hatibûn. Mixabin qeçaxçiyan em xapandin û em 70 kesbun. Piranî jî jin û zarok ji ber ava cemidî jiyana xwe ji dest dan. ‘’

Serokê Komeleya Penaberên Ewrûpa li Iraqê Bekir Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li wan kesên ku ketine bin avê tenê 20 kes rizgar buye û termê 28 kesan hatiye dîtin û ewên dine nediyarin û di derbarê wan de çi agahiyek tineye.’’

Li gor gotina navborî kesên ku xeniqîne 2 kes xelkê Ranya ne û yêk jî ji Qeladizê ye û 16 kes ji Hewlêrê ne, civanek ji Dukane û civanek jî ji Jaravaye û herwaha yên din giştî ji navçeyên Kuyê û Teqteqin.

Basnews
Top