• Friday, 20 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Gulan Media January 24, 2016 Nûçe
Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Gelek bi mixabinî carekî din hejmarek hemwelatiyên Herêma Kurdistanê li rêya koçberiya derveyê welat de tûşî karesatê hatin û li deryaya Ege de xeniqîn. Ev nûçe cihê xem û kovaneke mezine ji bo me hemû aliyek û pirse û serxweşî û hevsoziya xwe bi kesukarên qurbaniyên vê rûdana diltezîn radigihînîn û hêvîdarîn karesatên bi awayî dûbare nebin. Heman demî de daxwaz dikin Hikûmeta Herêmê jî hemû hewlekî ji bo yarmetîdana kesukarên qurbaniyan û anîna termên qurbaniyên vê rûdanê bixe holê.

Daxwaz dikîn bi navê dûbarenebûna karesatên bi vî awayî hemû aliyek bi xemxwarî û hest bi berpirsiyarêtiyê ve muamele li gel diyardeya koç û sedem û asewarên wê ve bikin. Her çende welatê me li rewşeke nehemwar û dijwar da derbas dibe û ji bilî hebûna tehdîdên mezin lê belê me pêwîstî bi dan bi xwe da girtinekî zêdetire. Bi piştrastiyê ve xweragiriya gelê Kurdistanê encama xwe dibê û paşarojeke geş û serbilind çaverêya me dike.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
23.01.2016
Top