Kongreya HDPê dest pê kir: Tirkiyê nehîşt şanda Rojava tevlî kongreyê bibe!
Bîstekê beriya niha, li salona Ahmet Taner Kişlali ya bajarê Enqerê yê Tirkiyê, duyemîn kongreya HDPê dest pê kir.
Di kongreyê de, nûnerên gellek welat, partî û saziyên siyasî û sivîl ên Kurdistanî û cîhanî beşdar bûne.
Ji Başûrê Kurdistanê, nûnerên PDK, YNK, Gorran û partiyên din beşdar bûne, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, nûner û rayearên CHP, OSP, ODP, EMEP, ESP, Partiya Keskan û Paşeroja Çep, SYKP, nûnerên saziyên sivîl ên mîna Mazlûm-Der, ÎHD, Meya-Der, Yaka-Der, Tuhad-Fed, gellek rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar û endam û alîgirên HDPê beşdar bûne.
Hat zanîn ku şanda Rojavayê Kurdistanê, li ser sînor ji aliyê Tirkiyê ve hatiye astengkirin lewma nekariye tevlî kongreyê bibe. Ji Rojhilatê Kurdistanê jî heta niha nayê zanîn ka kîjan partî yan sazî hatiye vexwendin.
Ji Ewropa û cîhanê jî nûnerên gellek partiyên mîna Partiya Çep a Almanya, Partiya Sosyalîst a Brêzîliya, Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê, Partiya Syrîza ya Yûnanistanê, Partiya Sosyalîst a Fransayê, Partiya Akel a Qibrisê, dîplomatên nêzîkî 40 welatên ku balyozxaneyên wan li Tirkiyê hene, tevlî kongreya HDPê bûne.
Di kongreyê de, bi zimanên kurdî, tirkî û înglîzî gotar tên pêşkêşkirin.
Derdora 200 rojnamevan kongreyê dişopînin lê pêşiya rojnamevanên nêzîkî hikûmeta AKPê hatiye girtin û destûra kar bo wan nehatiye dayîn.
Rudaw
