Amerîka: PKK û PYD ji hev cudan e!
Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden îro bi Parlamenterên AK Partiyê Galip Ensarioglu û Orhan Miroglu, parlamenterên CHPê Sezgin Tanrikulu û Fikri Saglar û herwiha parlamenterên HDPê Leyla Zana, Altan Tan û Ayhan Bilgen re li Stenbolê civîn pêkanî.
Piştî hevdîtinê Parlamenterê CHPê Fikri Saglar û Parlamenterê HDPê Altan Tan daxuyanî dan Al Jazeerayê.
Fikri Saglar diyar kir di hevdîtinê de hemû aliyan derbarê mijarên rojevê de ramanên xwe anîne ziman û wiha got: “Biden got, ew PKKê wek rêxistineke terorîst dibînin û pêwîst e çekan dane. Herwiha diyar kir ku divê PKK û PYD ji hev cuda bên dîtin. Çimkî PYDê şerê DAIŞê dike û DAIŞ jî pirsa herî mezin a cîhanê ye.”
Altan Tan jî da zanîn di hevdîtina ligel Biden de bûyerên li Tirkiye, Sûriye û Iraqê hatine gotûbêjkirin.
Tan wiha got: “Biden got ew xendeqên ji aliyê PKKê ve hatine kolandin rast nabînin û li gor wan PKK rêxistineke terorist e. Herwiha PYD û PKK ji ehv cûda dibînin. Dibêjin bila têkoşîna siyasî ya li Tirkiyê bi rêyên demokrasiyê bên dayîn û bila hikûmeta bi destûra bingehî ya nû pirsan çareser bike.”
Roja şemiyê jî Biden dê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê wî welatî Ahmet Davutoglu re bicive.
Rudaw
