Jeo Biden li Istenbûlê li gel HDPê civiya
Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden li bajarê Istenbûl a Tirkiyê ligel şandeke HDPê civiya.
Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden ku niha di çarçoveya geşteke fermî de li Tirkiyê ye, duh li bajarê Stenbolê bi şandên çend partiyên siaysî yên Tirkiyê re hevdîtin pêkanîn.
Biden bi şandên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî), Partiya Gel a Koamrî (CHP) û Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) re civiya.
Li gor agahiyan, Biden bi Parlamenterên AK Partiyê Galib Ensarioglu û Orhan Miroglu, parlamenterên CHPê Sezgin Tanrikulu û Fikir Saglar û herwiha parlamenterên HDPê Leyla Zana, Altan Tan û Ayhan Bilgen re li Stenbolê civîn pêkanî.
Biden dê piştre bi nûnerên saziyên civaka sivîl (NGO) re jî bicive, ku di nav wan de rojnamevan Kadri Gursel û Asli Aydintaşbaş, herwiha endamê perwerdeyê Porf. Dr. Yaman Akdeniz, Serokê Rêvebiriya Saziya Kultur a Anadoluyê Osman Kavala jî dibin.
