• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Fermandeya Navendî ya hêzên Amerîka kir

Gulan Media January 22, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Fermandeya Navendî ya hêzên Amerîka kir
Êvariya roja pênçşem 21.01.2016 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Austin Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û hejmarek ji fermande û berpirs û şêwirmendên bilindên artêşa Amerîka li Iraqê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li parêzgehên Nînowa, Enbar û cihên dinê Iraqê û serkeftinên hêzên Pêşmerge li Şingal û bandora wan serkeftinan li ser şerê dijî terorîstan xistin ber behs û guftûgoyan.

Her li vê civînê de ronahî xistin li ser serdana Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku li ser raspardeya Serok Barzanî serdana Amerîka kiribûn û encamên wê serdanê bi sûdbexş wesif kirin û li pêşçavgirtina qeyrana aborî tekez li ser zêdetir kirina hewldanan ya ji bo rûbirûbûna qeyranê û peydakirina çareseriyeke guncaw ji bo nehiştina kêşeyan û dabînkirina pêdiviyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin. Her wiha pesnê xweragiriya gelê Kurdistanê û azayetiya Pêşmerge kirin û tekez jî li wê yekê kirin ku pêwîste dostaniya gelê Kurdistanê yarmetiya xelkê Kurdistanê ya li derbaskirina qeyran û kêşeyan da bikin.

Li beşekî dinê vê kombûnê da behsa amadekariyên proseya azadkirina Musil û girîngiya azadkirina Musil li yek alîkirina şerê Da'îş kirin û her wiha asta hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzê hevpeymanan û hêzên Iraqiyan li rubirûbûna terorîstan û bandora hebûna hemahengiya hûrgilî li bidestanîna serkeftinan guftûgo kirin.

Li vê kombûnê da Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmetê û Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezîrê Pêşmerge û Ferîq Cebar Yawer Endamê Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.

Top