• Friday, 20 February 2026
logo

Amnesty International, şerê Bakurê Kurdistanê rexne kir

Gulan Media January 21, 2016 Nûçe
Amnesty International, şerê Bakurê Kurdistanê rexne kir
Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International), operasyon û qedexeya derketina derve li Bakurê Kurdistanê rexne kir û ragihand, ji ber operasyonan jiyana 200 hezar kesî di xeterê de ye.

Rêxistina mafên mirovan, Amnesty International, şer û operasyonên ku ji havîna par ve li hinek bajar û deverên Bakurê Kurdistanê, ji aliyê dewleta Tirk ve hatine destpêkirin, rexne kir.

Amnesty International, di rapor û lêkolîna xwe de, ku li wan deverên qedexe û şer lê heye, hatiye amadekirin, ragihadiye ku mirovên wê herêmê ji ber “nêzîkbûnên hişk û kêfî” ketine rewşek tengav û hêzên ewlehiyê rê nadin ambulans jî derbasî nav bajaran bibin.

Li gorî wê rêxistina mafên mirov, eger demildest çareyek ji rewşa niha re neyê dîtin dê jiyana 200 hezar kesî bikeve xeterê.

Tê zanîn, nêzîkî 6 meh in li navçeyên Cizîr, Silopî, Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Gever, Şemzînan û hinek deverên din ên Bakurê Kurdistanê, şerekî giran di navbera hêzên Tirk û şervanên kurd de didome.

Ji ber şer û operasyonan, heta niha bi dehan kes ji her du aliyan hatine kuştin, bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne, bi deh hezaran kes jî ji war û malê xwe koçber bûne.

Rudaw
Top