Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP'ê) Selahedîn Demîrtaş li Meclîsê ji bo malên ku parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz, hevşaredar, rojnamger û welatiyên sivîl hene tên gulebarankirin û birîndarkirina bi dehan kesan de daxuyanî da û banga ji bo ku dorpêç bê rakirin û mudaxaleyê li bûyerên ku li Cizîrê qewimî kir, ji bo gel jî banga li dijî şerê qesrê dengê xwe bilinkirinê kir.
Demîrtaş wiha got:Em bang li hemû kesan dikin ku dengê xwe bilin bikin, gelê me divê bi hemû çalakiyên demokratîk ve ji vî rewşê re bibêjin raweste.
Demîrtaş li dijî gulebarankirina gel nerazîbûn nîşan da û wiha got: Heke tiştek bi birîndaran bê berpirsyar Serokwezîr û hikûmet e.
Xendan