• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê berê yê Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûriye kir

Gulan Media January 21, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê berê yê Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûriye kir
Roja çarşem 20.01.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ehmed Asî Elcerba Serokê berê yê Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûriye û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya navçeyê û hereşeya teror li Iraq û Sûriye û pêşhatên siyasî û serbaziyên dawî ya li Sûriye hate nirxandin. Li beşekî dinê vê kombûnê da pêşveçûna danustandina di navbera rikeberiya Sûriye û Hikûmet û her wiha paşaroja Sûriye û konferansa Cinêv xistin ber behs û guftûgoyan.

Her li vê kombûnê da şanda mîhvan pêzanînên xwe ji bo xweragirî û qurbanîdana hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê hebû ku li hêla yekema şerê terorê daye û amadehiya xwe jî ji bo hemû cûre hemahengiyek li rûbirûbûna terorîstan da li gel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Top