Fîgen Yuksekdag daxuyaniya Davutoglu rexne kir
Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag barkirina parêzgeha Şirnexê ya bo Cizirê û ya Colemêrgê jî bo Geverê rexne kir. Yuksekdag diyar kir ku bi milyonan mirov wê rihê berxwedanê jî bi xwe re bibin wan parêzgehan.
Fîgen Yuksekdag di Komcivîna partiya xwe ya parlamentoyê de helwesta Davutoglu ya li ser plansaziya parêzgehan ku ragihandiye rexne kir û got ku ji bo ku Kurd serî danayînin, li dijî gele Kurd tevgera tunekirinê û çewsandinê tê meşandin.
Fîgen Yuksekdag di daxuyaniya xwe ya berfireh de wiha got: “Ew kesên ku li dijî daxwaz û xwestekên gel neçar in, çareyê di barkirina parêzgehan de dibînin. Ev ne çareseriye. Xwedê aqil û fikir bide we. Di nava vê desthilatdariyê de kesekî ku bi wîjdane nîn e ku aqilekî bi ehlaq bikar bîne. Bi rêbaza barkirin, valakirirn û tijekirina parêzgehan ev mesele naçe serî.”
K24
