Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê û her wiha rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da'îş li parêzgehên Enbar, Nînowa û parêzgehên dinê Iraqê û amadekariyên ji bo azadkirina bajarê Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û tekez jî li ser hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan û hêzên Iraqê kirin.
Her li vê kombûnê da di derbarê qeyrana aborî û rêgeyên rûbirûbûna vê qeyranê û her wiha kêşe û qeyranên siyasî û tayîfiyên Iraqê û aştiya nîştîmanî de danustandina bîr û ramanan kirin.
