NY: Tirkiye siyasta nijadperestiyê li dijî Kurdan dimeşîne
Komîteya Rawestandina Hemû Cureyên Nijadperestiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNCERD) ragihand ku, Tirkiye siyasta nijadperestiyê li dijî Kurdan dimeşîne û “bêbextiyê” li wan dike.
UNCERD di raporekê diyar kir ku, hikûmeta Tirkiyayê mafên Kurdan binpê dike, herwiha azadiya raderbirînê asteng dike, çalakiyên sivîl qedexe dike û bêyî biryarên dadgehan wan binçav dike.
Di raporê de hatiye eşkere kirin jî ku, hikûmeta Tirkiyeyê bi bihaneya teror û parastina asayişê yasaên li dijî terorê datîne û bêbextiyê li Kurdan dike.
Herwiha UNCERDyê rapora xwe wiha berdewam dike: “Tirkiyae li dijî Kurdan siyaseta nijadperestiyê dimeşîne; rê nade Kurdan bi taybetî jî jinên Kurd di dezgehên fermî de bixebitin.”
Ji aliyê aborî ve j,î raportê eşkere kir ku li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê, xizmetên cemawerî di rewşeke nebaş de ne û bi taybetî jî di warê perwerdehî û tenduristiyê de Kurd mehrûmiyetê dikêşin.
Komîteyê diyar kir ku zarokên Kurd ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi tevahî bêpar in.
K24
