Xwepêşandan arîşeyan heyî çareser nake
YNKê ragihand, piştî civîna YNKê bi PDKê û herwiha civîna navbera YNKê, Gorran, Yekgirtû û Komelê, her 5 partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê li ser vê baweriyê ne, ku xwepêşand çareseriya rewşa niha nake û pêwîst e rewşa siyasî û civakî ya Kurdistanê were berçavgirtin.
Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) 2 civînên giring ligel aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê pêk anîn. Civîna yekem ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û civîna duyem ligel her sê partiyên Tevgera Gorran, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê bû.
Piştî bidawî hatina wan her du civînan, Berpirsê Melbenda 1 a YNKê li bajarê Silêmaniyê Letîf Şêx Omer di konfranseke rojnamevanî de ragihand: “Em wek aliyên siyasî daxwaz ji welatiyan dikin helwestên wan ji tundûtîjiyê dûr bin û me alîkariya hemû aliyan pêwîst e daku em daxwaz ji hikûmeta xwe bikin, bi zûtirîn dem ewa ku bo başkirina rewşê pêwîst e, pêk bîne.”
