• Friday, 20 February 2026
logo

Barzanî bo kongireya HDPê hate vexwendin

Gulan Media January 20, 2016 Nûçe
Barzanî bo kongireya HDPê hate vexwendin

Partiya Demokratiya Gelan (HDP), Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî vexwendiye jibo di kongireya wê partiyê de amadebibe.

HDPê bi sîstema hevserokatiyê ji aliyê herdu hevserokan Selahedîn Demirtaş û Fîgen Yoksegdag tê birêveberin, di duyemîn kongireya xwe de armanca otonomî bo rêveberiya xweser guhertiye.

Heta niha ti kesî jibilî Selah Demirtaş û Fîgen Yoksegdag ti kesayetiya wê partiyê xwe jibo posta hevserok kanîd nekirye.

Di kongireya ku wê li Enqera lidarkeve, jibilî Barzanê gelek kesayetiyên Kurdisatan û Tirkiyê hatine vexwendin.

Di destpêka sala 2015 de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana bergehê serekî yê HDPê li Enqera kir û bi mezintirîn berpirsên wê partiyê re civiya û ligel wan gelek mijar gotûbêj kirin.

Basnews
Top