Mamostayên Silêmaniyê, “nîvmûçe” boykot kirin!
Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê ji duh ve dest bi dayîna mûçeyê meha Îlona sala 2015ê yê karmend û mamostayên girêdayî Wezareta Perwerdê kiriye.
Li gorî plana nû ya Wezareta Darayî, ji ber kirîza darayî, mamosta dê tenê nîvê mûçeyê xwest bistînin û nîvê din jî dê paşê were dayîn.
Lê baskê Silêmaniyê yê Yekitiya Mamostayan bang li mamosta û rêveberên medreseyan kir, mûçe wernegirin û “nîvmûçetiyê” boykot bikin.
Derheqê vê çalakiyê de, alîkarê Serokê baskê Silêmaniyê yê Yekitiya Mamostayan, Senger Fayîq ji Rûdawê re got, me daxwaz ji mamostayan kir neçin mûçe wernegirin, wan jî guhdarî me kirin û neçûn.
Senger Fayîq diyar kir ku eger mamosta wî pereyî werbigirin dê sîstema “nîvmûçetiyê” êdî bibe fermî û nîvê mûçeyê wan jî pûç bibe ji ber wê jî mûçe hat boykotkirin.
Fayîq da zanîn, jibilî Silêmaniyê, mamostayên bajarê Raniya û bajarokê Şarbajêr jî mûçe wernegirtin û boykot kirin.
Rudaw
