Li Qamişlo Wezîrê Nawxe yê Sûriyê û Fermandarên PKKe civiyan
Wezîrê Nawxe yê Sûriyê bi awayekî veşartî serdana bajarê rojava yê Kurdistanê Qamişlo yê kir û li gel fermandarên YPG û PKKê hevdîtin pêkanî
Li gor malperekî nêzîk li Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê, ku belavkiriye; Wezîrê Nawxeyî yê Sûriyê Lîwa Mihemed El-şear û li gel şandekî ku pêre yê rejîma Sûriyê serdana bajarê Qamişlo ya ku dikeve navenda Kantona Cizîrê.
Li gor zanyariyên bidest ketine Lîwa Mihemed El-Şear li gel berpirsên asta jorîn yên PYDê Aldar Xelîl û Rêdûr Xelîl û herwaha çend berpirsên din ên PKKê hevdîdin pêkanîne.
Li gor agahiyên ku heman malper dide wezîrê nawxeyî yê Sûriyê diyar kiriye ku ew hewldidin li gel Rûsya yê, PYD ê beşdarî kongreya Cenevre ya 3 bikin.
Basnews
