Li devera Ezazê çend gund hatin azad kirin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê Ezazê piştî şerekî giran bi grûbên terorîst re çend gund rizgarkirin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê Ezazê piştî, piştî şerekî giran bi terorîstên El Nûsra û Ehrar uş Şamê re çend gund rizgarkirin. Her wiha hat ragihandin ku hejmarek grûbên terorîst jî hatine kuştin.
Li gundewarê bajarê Ezazê ku bi ser herêma Efrînê ve ye şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên Bereya Elnusra û çekdarên Ehrar uş Şame de derket, di encama şerî de hejmarek milîtanên grûbên terorîst hatin kuştin û çend gund hatin rizgarkirin.
Çalekvanên gundewarê Efrînê ragehand ku, îro şervanên YPGê piştî şerekî giran sê deverê stratejîk ji destê grûbên terorîst rizgarkirin. Ev hersê gund Vêlat, Şihêtat û Berada Malikiyê li gundewarê Ezazê yê Rojava ne.
Heman çavkaniyê ragehand ku, şervanên YPGê hejmarek ji çekdarên El Nûsra û Ehrar uş Şam kuştin û destên xwe danîn ser komek çek û teqemeniyên wan.
