Peyamek Qubad Taleban’ derbarê mûçeya fermanberan
Şevêdin Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê Qubad Talebanî li ser tora xwe ya civakî Facebook`ê nivîsiye ku, bi serpereştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê Nêçîrvan Barzanî û bi beşdariya hejmarek ji wezîr û fermanberên peywendîdar dawî li civîna xwe ya 10 demjimêrî ya derbarê Doseya Aborî ya Herêma Kurdistan`ê anîn.
Talebanî amaje bi wê yekê kir û got: Em hevnîştimanên xwe piştrast dikin ku, di vê rewşa zehmet de em tevaya şiyana xe dixin liv û tevgerê bo bidestxistina aboriyek aram.
Hevdem Talebanî gotiye: Em fermanberên dilsoz û xweragir yên Kurdistan`ê piştrast dikin ku, em şev û roj kar dikin daku di vê rewşa ku nirxê neftê li bazarên cîhanê de erzan dibe, em bikaribin mûçeyên wan dabîn bikin.
Xendan
