• Friday, 20 February 2026
logo

Keçek din yê Sedam Hisên aşkira bûye

Gulan Media January 17, 2016 Nûçe
Keçek din yê Sedam Hisên aşkira bûye

Keçeka Îraqî rûniştiya welatê Almanya, çend belgeyek pêşkêş kiriye û ragihandiye ku ew keça fermî yê serokê bidarvekirî yê Îraqê Sedam Hisêne.

Li gorî belgeyan derdikeve ku ew keç di sala 1984`an li qeza Dor ya ser bi parêzgeha Selahedînê ji dayîk bûye û pizîşkên serpereştyara dayîkbûna wê bi navê (Suad Talib)e û mora wê li ser belenameya jidayîkbûnê kiriye.



Tişta cihê gomanê ewe ku çima heya niha ew keça Sedam ya bi navê (Nana) ji bo rastiyên der barê bavê xwe ranegihandiye û amaje bi wê yekê nekiriye ku kî dayîka wê bûye û çima niha van rastiyan aşkira dike.

Li gorî ew zanyariyên ku di belgenameya jidayîkbûna wê de hatiye derdikeve ku navê keçikê (Nana) ye û di meha tebaxa 1984`an de ji dayîk bûye û navê dayîka wê jî (Selma Ese`d Seîd) e û dema jidayîkbûna wê temenê Selma 17 salî bûye û li cihê nûsîna navê bavê wê jî navê (Sedam Hisên Ebdulmecîd) hatiye nivîsandinê, ku wê demê Sedam 47 salî bûye û amaje bi pîşeya wî nehatiye kirinê.



Li yek ji belgenameyan derdikeve ku dadgeha federalî ya Almanya bi hevkariya desthilatdarên Emerîkî pişkînîna (DNA) ji bo wê keçê hatiye kirinê û nimûneya xwîna Sedam Hisên hatiye kirine û encama wê jî erênî bûye.

Jêderan jî aşkira kiriye ku desthilatdarên Almanya bi hevkariya hikûmeta Emerîka lêkolîn li wan nameyan kiriye ku ji aliyê Sedam Hisên ve bo keça xwe aşndiye daku li gel nivîsên Sedam re bînin beramber hev.

Ew keça Sedam Hisên niha li welatê Almanya li dûrî çavên kamîreyê jiyana xwe derbas dike û vê dawiyê bi belgeyên fermî hatiye piştrastkirinê ku ew keça fermî ya Sedam Hisêne.

Li gorî belgenameyekê ku bi jimare 638 ku di roja 4/12/2015`an de balyozê Îraqê bi navê (Yasir Musa Cefer) bûye li Almanya rastiya zanyariyên nû ya wan belgeyan piştrast kiriye û ji aliyê wezareta derve ya Almanya ve hatiye pesend kirin.

Xendan
Top