• Friday, 20 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê: Ji destpêka operasyonan 544 Gerîla şehîdbûne

Gulan Media January 17, 2016 Nûçe
Artêşa Tirkiyê: Ji destpêka operasyonan 544 Gerîla şehîdbûne

Serokatiya Erkanê Artêşa Tirkiyê ragehand ku, Di çarçoveya oreasyonên me de li dijî Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) li Silopî 135 Grîla hatine şehîd kirin, li Cizîrê 308 Gerîla û Sûra Amedê jî 101 Gerîla, bi giştî dike 544 Gerîlayên şehîd.

Di daxuyaniyekê de Serokatiya Erkanê Artêşa Tirkiyê ragehandiye: “Operasyonên Artêşa Tirkiyê li dijî Gerîlayên PKKê dê dirêj bikin.”

Di wê daxuyaniyê de hatiye: “Di encama operasyonan de 544 Gerîla şehîd bûne, 58 bombeyên destî hatine pûçkirin, 84 rêbend jî hatine rakirin.”

Artêşa Tirkiyê berdewam behsa serkeftinên xwe di operasyonên li dijî Gerîlayên PKKê dike, lêbelê PKKê jî ji aliyê xwe ve bi berdewamî hejmarên Şehîdên xwe ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve têne ragehandin red dike û hejmara kuştiyên Artêşa Tikiyê belav dike.

Basnews
Top