PKKê êrişa Çinarê lixwe girt
Hêzên Parastina Gel di daxuyaniyekê de ragihandin ku êrîşa wan li ser Rêveberiya Ewlekariyê li navçeya Çinar a Amedê weke tolhildanekê ji kuştina 12 gerîlayan ên li Wanê bû û tekez kirin, eger êrîşên dewleta Tirkiyê berdewam bin, dê çalakiyên wan jî bidomin.
Di daxuyaniya HPGê de wiha hatiye gotin: “Dewleta tirk bi dek û dolaban û bi awayekî namerdî 12 gerîla li Wanê bi jehrê qetil kiriye. Li hemberî vê êrîşa xwînxwarî, hêzên HPG/YJA Starê di 13ê Çileyê saet di 23:30 de li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Çinarê çalakiyeke berfireh lidar xistine. Di encama vê çalakiyê de, tevî ku hejmara xwe bi temamî nehatiye zelalkirin jî, hatiye tespîtkirin ku zêdeyî 30 polîsên di dema çalakiyê de li hundirê avahiyê bûn hatine kuştin.”
Ji bilî polîsan, sivîlan jî jiyana xwe jidest dabû li ser vê yekê HPGê ragihand ku mebesta wan ne ew bû ku sivîlan weke armanc bigirin.
Di 10ê Çileya îsal de 12 kes hatibûn kuştin.
Şeva çarşemiyê 14ê Çile ya 2016ê li navçeya Çinar Amedê êriş navenda Rêveberiya Asayişê hat kirin û di encamê de 5 kes hatin kuştin û 39 kesên din jî birîndar bûn.
Piştre avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Çinarê hatibû şewitandin.
Demîrtaş: Bila lêborînê bixwazin
Hevseorkê HDPê Selahattin Demirtaş daxwaz ji bikerên êrişa Amedê kiribû, ku daxwaza lêborînê li xelkê sivîl bikin.
Demirtaş bêyî ku amaje bi navê ti kes an aliyekê bike, daxwaz ji encamderên êrişên navçeya Çinar a Amedê kir, ku daxwaza lêborînê li xelkê sivîl bikin.
Demirtaş gotibû: “Ewên ku êrişa Çinarê pêk anîn, ji ber xatirê jinan, zarokan û sivîlan divê daxwaza lêborînê li xelkê bikin.”
Rudaw
