• Friday, 20 February 2026
logo

Kurd li dijî dewleta Tirk rabûn, tirk jî li dijî PKKê!

Gulan Media January 16, 2016 Nûçe
Kurd li dijî dewleta Tirk rabûn, tirk jî li dijî PKKê!
Li paytexta Amerîka-Washingtonê, kurdan li dijî dewleta Tirk xwepêşandan kirin, tirkan jî li dijî PKKê!

Peyamnêrê Rûdawê li Washingtonê Namo Ebdullah ragihand, duh li Washingtonê, di yek demê de û li yek cihî, du xwepêşandan û nerazîbûnên cuda hatin lidarxistin.

Li kolana navdar a Massachusetts a Washingtonê, ku piraniya balyozxane û avahiyên dîplomatîk li wir in, komek kurdên ku li Amerîka dijîn, êrişên dewleta Tirk li dijî kurdên Bakurê Kurdistanê protesto kirin û ew wek “hevpeyman û şirîkê DAIŞê” dan zanîn.

Li aliyê din ê kolanê jî, komek tirk kom bûn û li dijî PKKê û kurdan silogan avêtin û îdia kirin ku dewleta Tirk li dijî “terorê” şer dike û silogana “PKK jî mîna DAIŞê ye!” gotin.

Di xwepêşandanê de, Kurdan Ala Kurdistanê hildabûn û tirkan jî ya Tirkiyê.

Tê zanîn ji havîna par ve heta niha şerekî giran li Bakurê Kurdistanê didome. Di encama wî şerî de heta niha bi dehan sivîl hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne, bi hezaran kes jî koçber bûne.

Rudaw
Top