• Friday, 20 February 2026
logo

Amerîkayê girtina akademîsyenan rexne kir

Gulan Media January 16, 2016 Nûçe
Amerîkayê girtina akademîsyenan rexne kir

Amerîkayê li hember binçavkirina akademîsyenan rexne li Tirkiyê girt û daxuyand ku şêwe û sedema binçavkirina wan bûye cihê nerazîbûnê ye.

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kirby di civîna rojnemavanî de mijara li Tirkiyê binçavkirina akademîsyenan nirxand.

Kirby diyar kir ku akademîsyenan ji bo rawestandina şer û pevçûnên li Tirkiyê nêrînên xwe bilêvkirine, loma daxwazê binçavkirina wan bûye cihê nerazîbûnê.

Kirby got: ''Akademîsyenan li hember tundî û şer nîgeraniya xwe anîne ziman. Eve nayê wateya piştgiriya terorê. Her wekî ku balyozê me yê Enqerê jî gotiye; rexnekirina desthilatê nabe îxanet.''

John Kirby bang li Tirkiyê kir ku wek hevpeymanek NATO'yê, mafê azadiya raman û nirxên gerdûnî yên demokratîk biparêze.

K24
Top