• Friday, 20 February 2026
logo

Sekreterê Giştî yê NY nexwest “vê gavê” li ser serxwebûna Kurdistanê tiştekî bêje!

Gulan Media January 16, 2016 Nûçe
Sekreterê Giştî yê NY nexwest “vê gavê” li ser serxwebûna Kurdistanê tiştekî bêje!
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Ban Kî-Moon eşkere kir ku nakokiyên kûr di navbera aliyên Sûriyê de heye û bang li wan kir, li hember hev nerm bin. Ban Kî-Moon li ser serxwebûna Kurdistanê jî nexwest “vê gavê” tiştekî bêjie.


Peyamnêrê Rûdawê li New Yorkê, Mecîd Nizamedîn Gilî, hevpeyvînek kurt bi Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon re kir.


Peyamnêrê Rûdawê destpêkê li ser rewşa Sûriyê û civîna “Jenêv 3”, ku dê 25ê vê mehê li bajarê Jenêvê yê Swîsrayê were lidarxistin, li Ban Kî-Moon ev pirsa pirsî:


Birêz Sekreterê Giştî! Hinek rayedarên opozîsyona Sûriyê dibêjin, ji ber kûrbûna aloziyên navbera Îran û Erebistanê û tundbûna şerê Sûriyê, em nikarin heta 25ê mehê ji bo civînê amade bin. Gelo tu 100% piştrast î ku civîn dê 25ê mehê dest pê bike?


Ban Kî-Moon: Helbet nakokiyên kûr di navbera aliyên Sûriyê de hene lê dîsa jî civîn dê di roja xwe de yanê 25ê vê mehê dest pê bike. Ez bang li aliyên kirîza Sûriyê dikim li hember hev nerm bin.


Peyamnêrê Rûdawê her wiha da zanîn ku wî xwestiye nêrîna Sekreterê Giştî yê YN li ser referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî bizane lê Ban Kî-Moon nexwestiye tiştekî bêje û wiha gotiye, “Wextekî din vê pirsê bipirse!”


Li gorî Peyamnêrê Rûdawê, di wê civîna rojnamevaniyê ya Ban Kî-Moon de tenê pirsên 5 televîzyon û rojnameyan bersiv dan: Rûdaw, CNN, New York Times, Al Jazeera û PBS.

Rudaw
Top