• Friday, 20 February 2026
logo

Chomsky: Ez bi deveta Kurdan serdana Tirkiyeyê dikim

Gulan Media January 16, 2016 Nûçe
Chomsky: Ez bi deveta Kurdan serdana Tirkiyeyê dikim

Fîlozofê navdar yê amerîkî Prof. Dr. Noam Chomsky destnîşan kir ku ez bi vexwendina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan naçim, lê ku kurd min vexwînin ez ê herim Tirkiyeyê.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo akademîsyênên ku peyman îmze kiribûn gotibû, ‘hûn ne rewşenbîr, hûn reşnivîs in. Hûn ne rojhilat û ne jî başûrê rojhilat dizanin, hûn cahil û nezanin, hûn tarî ne' û Chomsky vexwendibû Tirkiyeyê.

Noam Chomsky bersivên rojnameya Ingiliz The Guardianê dan û got, heke ez biryara çûna Tirkiyeyê bidin ev dê ne bi vexwendina Erdogan be, ez ê li ser vexwendina kurdan ku ev bi salane rastî êrişan tên û mixalifan herim Tirkiyeyê.

Erdogan li hemberî terorîzmê dualî ye

Noam Chomsky di berdewamiya axaftina xwe de got, Erdogan li hemberî terorîzmê standardên dualî bi kar tîne.

Her wiha Chomsky di hevpeyvîneke berê ku dabû T24ê de gotibû, Tirkiye ji aliyekî ve rexneyan li DAIŞê dike û ji aliyê din ve piştgiriya El Nûsraya ku tu ferqa wê ji DIŞIê tuneye dike. Erdogan, li Iraq û Sûriyeyê kurdên ku li hemberî DIŞIê şer dikin gunehbar dike.
Top