• Friday, 20 February 2026
logo

PDK: Pêwîste Serokatîya Parlemanê dervey Tevgera Goran pêkbê

Gulan Media January 15, 2016 Nûçe
PDK: Pêwîste Serokatîya Parlemanê dervey Tevgera Goran pêkbê


Endamekî rêveberîya PDKê ragehand, PDK ji bo çareserkirina qeyrana siyasî li Herêma Kurdistanê hewildide û daxwazkir ku, ji bo çareseriyê pêwîste Serokatiya Parlemanê dervey Tevgera Goran derbikeve

Endamê Rêveberiya PDKê û berpirsê Îraqiyên PDKê û Peyvendiyên Niştimanî Ehmed Kanî ji BasNewsê re axift û got: ‘’PDK hewildaneke pir dike ku çareseriya qeyrana siyasî li Herêma Kurdistanê pêkbîne, em dixwazin peymanekî nû û zimanekî nû li gel yêk avabikin û bi hûrdekariyênwê ve li ser prosesa YNK ê em radiwestin.’’

Herwaha navborî got: ‘’ ji ber nêzîkatiyên Tevgera Goran, hemû rêkevtin û peymanên PDKê li gel Tevgera Goran têkçûye û heger naha Serokatiya Parlemanê bê pêkanîn jî Pêwîste dervey Tevgera goran ev kare bête kirin.’’

Balkêşa ev daxûyanî di demekî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku, di hefteya bêt de li gel hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê vê hevdîtinan pêkbîne de hat kirin.

Basnews
Top