• Friday, 20 February 2026
logo

Barzanî peyamek xemgîniyê belav kir

Gulan Media January 15, 2016 Nûçe
Barzanî peyamek xemgîniyê belav kir
Bi helkefta koça dawî ya hunermendê navdarê Kurdistanê, Mamosta Kerîm Kaban, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê peyamekî hevxemiyê pêşkêşî malbata hunermend û hemû hunermendên Kurdistanê kir, ku eve jî naveroka wê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata rêzdar hunermendê koçkirî Mamosta Kerîm Kaban

Nûçeya koça dawî ya hunermendê navdarê Kurdistanê Mamosta Kerîm Kaban me hemûyan xemgîn kir. Ew hunermendê nîştîmanperwer hemû temenê xwe ji bo xizmetkirina hunera Kurdistanê terxan kir û berhemekî zêde pêşkêşî gelê me kir û cihê destê wî diyare û koça dawî ya wî jî kelênekî mezine.

Bi vê helkefta xemgîn de hevxemiya xwe pêşkêşî malbat û kesukar û hevrê û hezkirên vî hunermendê mezin û hemû hunermendên Kurdistanê dikim û ji xwedayê mezin hêvîdarim sebir û dilnewayiyê bi hemû aliyek bibexşê û xwedê jê razî jî bixe ber dilovaniya xwe.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14.01.2016
Top