• Friday, 20 February 2026
logo

Tirkiye gemaro dixe ser Rojavayê Kurdistanê

Gulan Media January 15, 2016 Nûçe
Tirkiye gemaro dixe ser Rojavayê Kurdistanê

Li gorî nûçeya Russiya Todayê, Dewleta Tirkiyeyê, kurdên Sûriyeyê ku di bin êrişa DIŞIê de ne dixe abluqayê, li wê herêmê destûra alîkariyê nade û kesên ku ji pevçûnan direvin êrişî van dike. Lê sewqiyata çek û milîtanên li herêmên cihadîst dewam dike.

Nûçegihanê Russia Todayê Murad Gaciyev ji sînorê Tirkiye û Sûriyeyê ragihand, kurdên bakûrê herêma Sûriyeyê di nava deriyên sînor yê girtî û herêma DIŞIê ya mayînkirî de girtî dimînin.

Berpirsekî deriye sînor yê aliyê sûrî Hadir Mustafa ji Murad Gaciyev re axivî û got, Tirkiye destûra derbasbûna xwarin, alîkariya însanî û dermanan nadin, tenê destûra kesên ku vedigerin dide. Leşkerên tirk bi me re hevkariyê nakin û wekî dijminan tevdigerin. Li însanan dixin û dibêjin bes vegerin.

Murad Gaciyev di berdewamiya nûçeya xwe de got, berpirsên tirk yên sînor destûra derbasbûna ciwanê kurd ku di şerê DIŞIê de birîndar bibû nedan. Mihafizên sînor yên Tirkiyeyê berî niha bi demekê du ciwanên kurd ku dixwestin di sînor de derbas bibin kuştin. Bavê yek ji wan ê kuştî got 'tirkan kurê min ji dûrahiya 70 metroyî ku hê di nava sînorê Sûriyeyê de bû kuştin'. Lê derbasbûna grûb û milîtanên terorîst li ser sînor bê asteng berdewam e.
Top