Li paytexta wî welatî, 6 teqîn li dû hev çêbûn!
Îro danê sibê li paytexta Endoneziyayê, Cakarta, çend teqîn li dû hev çêbûn.
Li gorî agahiyan, tê gotin ku 6 teqîn çêbûne ku herî kêm yek ji wan teqînan, êrişa xwekujî bûye.
Polîsê Endoneziya ragihandiye, di encama wan teqînan de herî kêm 6 kes hatine kuştin ku 3 jê polîs û yên din jî sivîl in, gellek kes jî birîndar bûne.
Serokomarê Endozneziya jî ragihandiye, ew bûyer û teqînên îro, êrişên terorîstî bûne.
Rudaw
