RAPIRSÎ - %78ê kurdan li Dijî rêveberiya xweser in
Şirketa lêkolînan ORCê di navbera 27ê Berfanbara 2015an û 6ê Çileya îsal de li bajarên Bakurê Kurdistanê ligel 3 hezar 197 kesan rapirsiyek kir û encamên wê weşand.
Li gor encama rapirsiya ORCê ji sedî 84.5ê kurdan piştgiriyî didin “pêvajoya çareseriyê”.
Hat amaje kirin ku ji sedî 80.4ê kurdan li dijî şer û xendeqên li bajarên Bakurê Kurdistanê ne.
Herwiha li gor heman rapirsiyê ji sedî 78.9ê welatiyên kurd li hemberî “rêveberiya xweser” a ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ketiye rojeve.
Rudaw
