• Friday, 20 February 2026
logo

Partiyên Bakurî: Ji bo aştiyê serdana Hewlêr û Qendîlê dikin

Gulan Media January 14, 2016 Nûçe
Partiyên Bakurî: Ji bo aştiyê serdana Hewlêr û Qendîlê dikin

6 Partî û tevgerên Bakurî yên derveyî HDP û BDP’ê yên wek Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK), Partiya Sosyalizm û Azadiyê(ÖSP) Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur(PDK-Bakur) Partiya Kurdistanî(PAKURD), Tevgera Azadî û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê(PSK) ji rawestandina şer û pevçûnên li navçeyên Bakurê Kurdistanê, li Amedê li hev civiyan û biryar wergirtin ku serdana Hewlêr û Qendîlê bikin. Di derbarê babetê de Alîkarê Serokê Giştî yê PAK’ê Nurullah Timur ji BasNûçe’yê re ragihand ku ev 6 partî û tevger ji bo rawestandina şer û pevçûnên navbera PKK û dewleta Tirkiyeyê de bi hevkarî biryarên stratejîk bidin û bi hev re hevkariyê bikin li hev civiyane. Timur got: “Em nizanin wê ev hevkarî me arasteyî çi bike, lê belê me niha tenê biryara bi hev re xebatê daye. Yek ji biryarên vê civînê jî pêkanîna daxuyaniya çapemeniyê ya li Qada Şex Seîd bû. Ev biryar jî ji bo geşedanên li Amedê û herêmê pêk hatine hatiye stendin. Her wiha yek ji biryarên civîna me jî pêkanîna konferansekê ye. Em ê hemû sazî, tevger, partiyên siyasî, nivîskar û rewşenbîran vexwînin vê konferansê. Ew ê konferansa me di 6 û 7’ê Sibatê de pêk bê. Di konferansê de wê babetên wek; Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, şer û ziyana wê û nerînên di derbarê çareseriyê de bêne nîqaşkirin” Timur da zanîn ku ne tenê ev 6 partî û tevgerên li hev civiyane, wê hemû kesayet û aliyên siyasî jî beşdarî nîqaşên vê konferansê bibin.

“Ji bo yekîtiyê her tişt dikare biguhere”

Di derbarê di bin banekî de yekbûna 6 parti û tevgeran de jî Timur anî ziman ku niha tu hewldaneke wan a bi vî rengî tune ye û dom kir: “Em dixwazin ku karekî wiha pêk bê lê ev angaşteke ji çewtiyên çapemeniyê ne. Wek PAK, em vê yekê dixwazin û me gelek caran jî vê daxwaza xwe ragihandiye. Serokê me, bernameya partiya me û navê partiya me ne tiştên pîroz in. Her tişt dikare bê guhertin. Ji geşedanên li ser Kurdistanê em dikarin hemû wan tiştan niqaş bikin. Ji bo yekîtiyê tu astengiyên me yên berbiçav tune ne.”

“Em dixwazin li dij Enqerê mil bi mil bisekinin”

Sekreterê Giştî yê Tevgera Azadî Sidkî Zîlan jî di derbarê mijarê de daxuyand ku di hin dezgehên çapemeniyê de, di derbarê yekpartîbûnê ku li ser gotinên Osman Öcalan derketine hin nûçe hatine belavkirin ku ew ê partiyêkê avabikin û wê gellek kes beşdarî vê partiyê bibin û da zanîn ku ev agahî ne rast in. Zîlan got: “Jixwe nêzîkî 6 mehan e ku em her şeş partî û tevgerên Bakurê Kurdistanê bi hev re dixebitin û hevkariyeke hevbeş a stratejîk pek tînin. Kî dixwaze bila ji xwe re partiyekê ava bike. Em rêz digrin lê ev tiştên ku ji bo me têne gotin hemû angaş tin û çewtiyên çapemeniyê ne.”

Sidkî Zîlan anî ziman ku ew hêvî dikin ev hevkariya wan bibe egera tevgereke neteweyî û dom kir: “Pediviya me bi eniyeke neteweyî hebe bibe ev yek bibe sedem. Konferans dibe, eniyeke neteweyî dibe an jî partiyeke nû dibe. Her çi be bila bibe egera vê yekê. Em ji hemû tevgerên Kurdistanî re rêz digrin. Di nav van tevgeran de PKK, PDK, partiyên Rojava û yên Bakur jî hene. Em ji hemûyan re rêz digrin û em wan wek hevalbendên xwe dibînin. Em bi çavekî dewleta xwe li Herêma Kurdistanê dinihêrin. Em ne li dijî tu kes û rêxistinên Kurdistanê ne. Em dixwazin li dij Enqerê mil bi mil bisekinin. Lê belê her parti jî xwedî bernameyek û nerîneke cuda ye. Em hereketeke Îslamî ne, ÖSP sosyalîst e, PAKURD neteweperwer e. Lê belê em hemû di çarçoveyeke demokratîk de bi hev re ne.”

“Em ê li Qendîl û Hewlêrê hevdîtinan pêk bînin”

Cîgirê Serokê Giştî yê ÖSP’ê Nusredîn Maçîn jî di derbarê konferansê de diyar kir ku ew wek partiyên Kurdistanî li dijî konsepta şer a AKP’ê ne ku li Bakurê Kurdistanê lidar xistiye û ji bo rawestandina şer ew ê bi hev re helwestin. Maçîn got: “Beriya niha em çûne Cizîr, Licê, Silopî û Farqînê û me bi gel re hevdîtin pêk anîn û hin lêkolîn kirin. Ev şer sûdê nade gelê kurd û xizanî û têkçûneke çandî û civakî pêk tîne. Em dixwazin çareseriyek sivîl û bê çek pêk bînin. Armanca konferansa ku em ê lidabixin jî ew e. Ew ê nêzîka 200 – 220 kes beşdarî konferansê bibin û em ê banga çareseriyek sivîl bikin”

Nusredîn Maçîn amaje pê kir ku ev şer ji aliyê dewletê hatiye destpêkirin û ew wek hêzên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê dixwazin vî şerî bi awayekî sivîl, fermî û demokratîk li dijî şer û pevçûnan de helwestekê pêk bînin. Maçîn got: “Armanca me li dij van êrîşên qirêj yên dewletê ku li ser gelê kurd pêk tîne bibin xwedî helwest. Ji bo vê yekê jî em ê bi Qendîl û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevdîtinan pêk bînin. Herêma Kurdistanê, xwedî hevalbendên grîng e û ji bo çareseriyê dikare dîplomasiyê bikar bîne û Qendîl jî dikare şer rawestîne.”

Serokê Giştî yê PAKURD’ê Îbrahim Xelîl Baran jî li ser yekpartîbûnê rawestiya û da zanîn ku ji bo vê yekê gelek pêşniyaz hatine kirin, lê di vê bereyê de tiştekî encamdayî tune ye. Baran wiha berdewam kir: “A grîng ne yekbûna dezgehî û yeknêrînî, lê afirandina stratejiyeke hevbeş e. Stratejiyeke hevbeş wê sûdê li kurd û Kurdistanê bike”

“Doza me yek e, nerînên me cuda ne”

Di civînê de Nûunerê PSK’ê Ramazan Moray jî nerînên xwe anî ziman û ragihand ku gelê kurd di nav pêvajoyeke bi agirî de derbas dibe û di kurd di nav vî agirî de dişe. Moray anî ziman ku di vî şerê ku li Bakurê Kurdistanê didome de ji bo gelê kurd tu xaleke sûdwer tune ye, ev şer ji bo rêgeha kurd û Kurdistaniyê astengiyan derdixe holê û pêwîstî bi rawestandina vî şerî heye. Lê belê rawestandina yek alî na. Divê her dû alî jî di heman demê de rawestînin. Gelê me pergende bûye, zarok birçî û tazî li kolanan mane. Ji bo daxwazên PKK’ê ev şer hewce nake û ne pêwîste.”

Nunerê PDK- Bakur Bora Balîn jî diyar kir ku yên şer dikin ne ji bo Kurdistanê şer dikin, ew ji bo demokratîk bûna Tirkiyeyê şer dikin û ciwanan, jin û zarokên wan ji bo demokratbûna Tirkiyeyê têne kuştin. Balîn axaftina xwe wiha dom kir: “Em şeş tevger û partiyên Kurdistanî xwedî dozekê ne lê nerînên me cuda ne an jî em xwedî şeş kargehin tiştên me cuda ne lê bazara me yek e.”

Basnews
Top