Di êrîşa Çinarê de: 5 mirî û 39 birîndar
Şevîdin Rêveberiya Asayîşa navçeya Çinarê ya Amedê ket ber êrîşeke çekdarî û di encam de 5 kes hatin kuştin 39 kes jî birîndar bûn.
Şevê din Asayîşa navçeya Çinarê ya Amedê ket ber êrîşeke çekdarî û li gor agahiyan 2 polis û 3 sivîl hatin kuştin û 39 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşê gelek ambûlans çûn cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku êrîş bi otomobîleke bombekirî hatiye kirin û piştî êrîşê zêdeyî nîv saetê şer di navbera hêzên ewlekariya Tirk û şervanên nêzîkê PKKê de derketiye.
Piştî vî şerî gelek ambûlans bo cihê bûyerê hatin veguhestin û bi van ambûlansan gelek mirî û birîndar rakirin nexweşxanê.
Herwiha zerareke zêde gehişte avahiya asayîşê û avahiyeke din a du qatî.
Basnews
