ENKS ji bo Kurdan milê xwe vedimale: Dest bi kampanyayekê dike!
ENKSê eşkere kir ku dê ji roja Pêncşemê (sibê) ve dest bi komkirina îmzeyan bikin li hundir û derveyî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.
Endamê Sekreteriya Giştî ya ENKSê Mislim Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku mebest ji vê gavê ew e ku dengê kurdên Rojavayê Kurdistanê bigihêje cîhanê û Civaka Navdewletî.
Mislim her wiha got: Armanca me ji komkirina îmzeyan, piştgiriya danûstandinên Jenêvê ye ku dê dawiya vê mehê dest pê bikin, her wiha em dixwazin bi vê yekê doza kurd jî bibe yek ji dosyeyên Jenêv 3 û civînên navdewletî yên ku ji bo kirîza Sûriyê pêk tên.
Wî rayedarê ENKSê amaje bi wê yekê jî da ku dê kampanyaya komkirina îmzeyan heta nêzîkî dema lidarxistina civîna “Jenêv 3” berdewam bike û îmzeyên hatine komkirin jî dê radestî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Moon bikin.
Mihemed Mislim da zanîn ku hemû rêxistin û dezgehên ENKSê, dê tevlî kampanyayê de bibin.
ENKS di civîna xwe ya dawiyê de li Qamişlo, biryara komkirina îmzeyan dabû.
Di heyama 2-3 salên borî de du civînên berfireh li bajarê Jenêvê yê Swîsrayê li ser kirîza Sûriyê hatiye kirin. Di wan civînan de qet behsa pirsgirêka kurd li Sûriyê nehatibû kirin. Civîna yekemîn wek “Jenêv 1” û ya duyemîn jî wek “Jenêv 2” hatibû binavkirin.
Rudaw
