Dadgeha Ewropayê daxwaz ji Tirkiyê kir welatiyên xwe biparêze
Parêzerên Baroya Diyarbekir û Şirnexê, ser navê hin welatiyan serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê dabûn ku qedexeya derketina derve ya Cizîr û Sûrê li dijî mafê mirovan e û xwestibûn qedexe bi dawî were.
Li ser vê daxwazê, dadgehê sê pirs arasteyî Tirkiyeyê kiribûn ku gelo, bingehên yasayî yên vê qedexeyê çi ne û pêdiviyên welatiyan tên bicihanîn, yan na.
Di 8ê vê mehê de, Tirkiyeyê bersiva Dadgehê dabû. Dadgeha Mafê Mirovan derbarê mijarê de biryarê xwe aşkera kir. Da xuyakirin, dadgeh pêbawer e ku, Tirkiye erkên xwe yên parastina mafê jiyanî û mirovî bîne cih. Ji ber vê jî daxwaza parêzeran ya bidawîanîna qedexeyê red kir.
K24
