• Friday, 20 February 2026
logo

Li Sine teqîn – Kesek mir, yek jî birîndar bû!

Gulan Media January 13, 2016 Nûçe
Li Sine teqîn – Kesek mir, yek jî birîndar bû!
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di encama teqîna boriya gazê de kesek mir yek jî birîndar bû.

Duh êvarê li bajarê Sine li taxa Îslam Abadê, boriya gazê teqiya ku di encamê de 3 xanî hilweşiyan.

Li gorî medyaya Îranê, di bûyerê de her wiha kesek ji ber tirsa dilê wî sekinî û jiyana xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû.

Hat gotin ku tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê û kesê birîndar gihandin nexweşxanê.

Berpirsê navenda vemirandina agir a Sine, Morteza Sineyî derheqê bûyerê de got, li wê taxa bajêr gaz ji boriyê derketiye lê ti kes pê nehesiyaye. Dema gaz hatiye bikaranîn, borî teqiyaye û ew bûyer çêbûye.

Rudaw
Top