• Friday, 20 February 2026
logo

Îranê 10 leşkerên Amerîkayê dîl girt

Gulan Media January 13, 2016 Nûçe
Îranê 10 leşkerên Amerîkayê dîl girt
Hêzên Îranê 10 leşkerên Hêza Deryayî ya Amerîkayê li avên Kendavê dîl girtin û dest danî ser 2 qeyîqên leşkerî yên Amerîkayê.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand, ku hêzên Îranê 10 leşkerên Hêza Deryayî ya Amerîkayê li avên Kendavê destser kirine û dest danîne ser 2 qeyîqên leşkerî yên wî welatî.

Pentagonê herwiha ragihand, Îranê pêwendî bi Amerîkayê kiriye û soz daye ku ew leşkerên Amerîkayê dê di demek nêzîk de werin berdan û dê li ser rêya xwe berdewam bin.

Berdevekê Wezareta Parastina Amerîkayê Peter Cook ji ajansa Asociated Press re got: "Her du qeyîqên Hêza Deryayî ya Amerîkayê di navbera Kuweyt û Behrêynê de hatinûçûn dikirin û piştî demekê têkiliya wan ligel navenda fermandeyiya wan qut bû."

Cook herwiha got: "Em bi Îranê re di têkiliyê de bûne û soz dane me ku her du qeyîq û leşkerên têde dê demildest werin berdan."

Berpirsên Amerîkayê ji Asociated Pressê re gotin, ku bûyer li nêzîkî Girava Farsî ya li navenda Kendavê qewimiye. Tê gotin, ku her du qeyîq rastî arîşeyên teknîkî bûne û rêya xwe winda kirine û derbasî nav sînorê avî yê Îranê bûne.

Hêza Deryayî ya Îranê ew leşkerên Amerîkayê girtine û ew bi qeyîqên wan ve ber bi Girava Farsî veguhastine.


Kerry pêwendî bi Zerîf kir


Ji aliyekê din ve Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry derbarê bûyerê de pêwendî bi Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf kir.

John Kerry piştî agahdarbûn ji bûyera girtina leşkerên Amerîkayê ji aliyê Îranê ve, telefona Mihemed Cewad Zerîf kir û bi wî re derbarê bûyerê de axivî

Asociated Pressê ragihand, ku di vê pêwendiya telefonî de Zerîf soz daye Kerry ku ev pirsgirêk dê di demek kêm de were çareserkirin û leşkerên amerîkî dê werin berdan.





Supaya Pasdaran daxuyanî da


Supaya Pasdaran a Îranê derbarê bûyerê de daxuyanî da û ragihand, ku ev bûyer roja sêşemiyê û di saet 16:30 de çêbûye.

Li gor daxuyaniya Supaya Pasdaran, 10 leşkerên Amerîkayê hatine girtin, ku 9 ji wan zilam in û 1 jî jin e.

Supaya Pasdaran herwiha ragihandiye, rewşa tendirustiya her 10 leşkerên marînz baş e û piştî girtinê li cihekî saxlem û ewle hatine bicihkirin.


2 kîlometran derbasî sînorê Îranê bûne


Ajansa nûçeyan a Fars News a Îranê ku ser bi Supaya Pasdaran e, derbarê girtina leşkerên amerîkî de ragihand, ew leşker bi awayeke neyasayî derbasî nav sînorê avî yê Îranê bibûn.

Fars Newsê herwiha ragihand: "Ew qeyîq bi qasî 2 kîlomteran di sînorê avî yê Îranê de geşt kirin û ew zanyarî li ser sîstema GPS a qeyîqan jî hatiye tomarkirin û niha di ber destê Supaya Pasdaran de ye."

Her du qeyîq ên Hêza pêncem a Hêza Deryayî ya Amerîkayê li Kendavê ne ku navenda wê li welatê Behrêynê ye.

Du hefte berî niha jî Amerîkayê ragihand, ku Supaya Pasdaran çend roket li nêzîkî gemiyên leşkerî û gemiyên bazirganî ku ji geviya Hurmiz li Kendavê derbas dibûn, teqandin û hefteya borî jî Pentagonê vîdeoyek li ser heman bûyerê weşand, lê belê Supaya Pasdaran red kir, ku hêzên Îranê roket avêtibin gemiyan.

Rudaw
Top