• Friday, 20 February 2026
logo

PDK û YNK behsa rêkeftina nû dikin

Gulan Media January 12, 2016 Nûçe
PDK û YNK behsa rêkeftina nû dikin
Civîna şandên pilebilind ên PDK û YNKê dest pê kir. Tê gotin ku di civînê de dê li ser projeya YNKê ya parvekirina desthilatê were axaftin.

Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ragihand, a niha civîna şandên PDK û YNKê li bajarê Hewlêrê dest pê kir.

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku şanda PDKê ji Alîkarê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî, Sekreterê Polîtuborya PDKê Fazil Mîranî û endamên Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed û Dilşad Şehab û ya YNKê jî ji Berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar û endamên Polîtburoyê Qubad Talebanî, Seidî Pîre û Hemecan Qadir pêk hatine.

Tê gotin ku PDK û YNK dê li ser projeya YNKê ya parvekirina desthilatê û “rêkeftina nû” gotûbêj bikin.

Rûdawê beşek ji projeya YNKê eşkere kiribû. Li gorî wê projeyê, YNK dibêje êdî nabe him Serok û him jî Serokwezîrê Kurdistanê ji PDKê bin û van pêşniyaran pêşkêş dike:

-Partî û lîsteya ku di hilbijartinan de bû yekem bila Serokê Herêma Kurdistanê ji wê be

-Partî û lîsteya ku di hilbijartinan de bû duyem bila Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji wê be

-Partî û lîsteya ku di hilbijartinan de bû sêyem bila Serokê Parlamentoya Kurdistanê ji wê be


Rayedarên YNKê dibêjin, divê YNK û PDK rêkeftinek nû îmze bikin çimkî rêkeftina ku sala 2007ê hatibû îmzekirin, êdî kêr nayê û divê were nûkirin. PDK jî pêşwazî li vê daxwaziya YNKê dike.

Rudaw
Top