• Friday, 20 February 2026
logo

Qamişlo: Şer di navbera Asayîş û Sotoro de derket

Gulan Media January 12, 2016 Nûçe
Qamişlo: Şer di navbera Asayîş û Sotoro de derket

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê şer di navbera Asayîşa Qamişlo û hêza Sotoro ya ser bi Xiristyanên bajêrde derket û di encam de 6 kes bûn qûrbanî.

Derbarê mijarê de rêxistina Asûrî ya Demokratîk daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî ADO News belav kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Şevê din bi armanca parastina Taxa El-Wista ku piraniya wê Xiristiyan in, hêza Sotoro hemû deriyên ku diçin wê taxê girtin, ev yek jî bû cihê nîgeraniya Asayîşa Qamişlo û di encam de şer û pevçûn derket."

Li gor daxwiyaniya rêxistina navbirî, di encama wî şerî de yek ji hêza Sotoro bi navê Kabî Hinrî Daûd hat kuştin, du kesên din jî birîndar bûn. Herwiha ji aliyê Asayîşê ve jî kesek şehîd bû, du kesên din jî birîndar bûn.

Ev yekemîn care ku alozî di nabera Hêza Sotoro û Asayîşê de derdikeve, ji ber ku her du hêz hevpeyman in.

K24
Top