• Friday, 20 February 2026
logo

Îtalya komek pisporên leşkerî yên din dişîne Kurdistanê

Gulan Media January 12, 2016 Nûçe
Îtalya komek pisporên leşkerî yên din dişîne Kurdistanê
Balyozê Îtalya li Iraqê Marko Karnîlos eşkere kir ku Îtalya dê tîmeke pisporên leşkerî ya din bişîne Kurdistanê ji bo perwerdekirina Pêşmerge.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî duh danê êvarê pêşwazî li balyozê Îtalya li Iraqê Marko Karnîlos û şanda pê re kir.

Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Kurdistanê, di hevdîtinê de ku Marko Karnîlos pesnê mêrxasî û lehengiya Pêşmerge di şerê DAIŞê de da û spasiya gel û hikûmeta Kurdistanê jî kir ji bo hewandina ewqas koçber û penaber.

Li gorî nûçeyê, Karnîlos her wiha eşkere kir ku Îtalya dê li ser alîkarîkirina Pêşmerge di şerê DAIŞê de berdewam be û dê tîmeke pisporên leşkerî ya din bişîne Kurdistanê.

Serokwezîr Barzanî spasiya Îtalya kir ji bo alîkariyên leşkerî û mirovî û daxwaz kir ku alîkariyên mirovî ji bo koçber û penaberan zêdetir bin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derheqê şandina pisporên leşkerî jî kêfxweşiya xwe anî ziman û ragihand, Kurdistanê amade ye her cure hêsankarî û alîkariyekê ji bo wan pisporan bike.

Hat gotin ku di pêşwazîkirina şanda Îtalî de, Wezîrê Samanên Sirûştî Aştî Hewramî, Wezîrê Navxwe û Wezîrê demkî yê Pêşmerge Kerîm Sincarî, Wezîrê Plandanînê Elî Sindî û berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî jî amade bûn.

Rudaw
Top