• Friday, 20 February 2026
logo

Amerîka hişyarî da: Bendava Mûsilê li ber rûxanê ye!

Gulan Media January 12, 2016 Nûçe
Amerîka hişyarî da: Bendava Mûsilê li ber rûxanê ye!
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, barê bendava Mûsilê pir giran bûye û xetera şikestin û hilweşandina bendavê heye. Hikûmeta Iraqê jî ji bo qahîmkirina bendavê bi şîrketek Îtalî re hevdîtin dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby ji Rûdawê re behsa bendava Mûsilê kir û got, li gorî wan dane û datayên ku ketine destê me, bendava Mûsilê ji wê dema ku ji aliyê hêzên Iraqî û Kurdî ve ji destê DAIŞê hatiye derxistin, guvaşek mezin li ser heye.

John Kirby her wiha diyar kir ku dema bendava Mûsilê havîna 2014ê ji destê DAIŞê hat derxistin Amerîka ji nêzîk de bi iraqiyan re bûye alîkar da ku çavdêriya bendavê bikin û lê miqate bibin. Kirby wiha got: “Em nikarin texmîn bikin ka kengê dê bendav hilweşe…”

Li gorî lêkolînên tîmeke amerîkî, eger bendava Mûsilê di werza biharê de bişkê herî kêm 500 hezar kes dê bimirin lê eger havînê hilweşe wê demê hejmara miriyan dê kêmtir be çimkî wê demê ava gola pişt bendavê kêm e.

Her wiha li gorî wan lêkolînan, xîmê bendava Mûsilê bi kevirên geçî û pirîketên sor hatiye çêkirin, ev jî bûye sedema wê ku guvaşa ser xîmê wê pir zêde be û xîm lawaz bibe.

Amerîka tenê çend alav ji bo çavdêrîkirina bendavê dabîn kiriye û naxwaze xercê qahîmkirina bendavê, ku tê gotin bi sedan mîlyon dolar dike, bide. Rêveberiya Obama tenê bang li Banka Navdewletî kiriye 200 milyon dolar ji wî pereyê ku wek deyn dide Iraqê, ji bo qahîmkirina bendavê terxan bike.

Bendava Mûsilê, sala 1980 bi alîkariya komek endazyarên Îtalî hatiye çêkirin. Iraq niha dîsa jî bi rayedarên şîrketeke Îtalî re hevdîtin dike ji bo çêkirina wê bendavê.

Ew şîrketa Îtalî bi navê “Tirêvî Kompanî”, daxwaza 380 milyon dolar dike her wiha dixwaze karmendên wê jî bên parastin.

Rudaw
Top