• Friday, 20 February 2026
logo

Tankê li kamyonan da: 30 kamyon şewitîn!

Gulan Media January 12, 2016 Nûçe
Tankê li kamyonan da: 30 kamyon şewitîn!
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, hêzên Tirk garaja kamyonan dan ber topan, di encamê de herî kêm 30 kamyon şewitîn.

Li gorî medyaya Tirkiyê, şeva borî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ku nêzîkî mehekê ye qedexeya derketina derve lê didome û şerekî giran di navbera hêzên Tirk û şervanên kurd de heye, tankên Tirkiyê garaja kamyonan dan ber topan.

Li gorî agahiyan, di bûyerê de herî kêm 30 kamyon şewitîn û gellek kamyon jî ziyan dîtin.

Rudaw
Top