• Friday, 20 February 2026
logo

Tirkiyê muhleta kar dide penaberên Sûriyê

Gulan Media January 12, 2016 Nûçe
Tirkiyê muhleta kar dide penaberên Sûriyê

Hikûmeta Tirkiyê ragihand ku ew dê mohleta kar bide penaberên Sûriyê, jibo li Tirkiyê bi awayekî fermî kar bikin, bêyî ku bandorê li ser karkirina welatiyên Tirkiyê bike.

Derbarê mijarê de Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş da zanîn ku pêşniyar-biryara mohleta kar bo penaberên Sûriyê pêşkêşî Encûmena Wezîran kirine.

Kurtulmuş got ku ev biryar rêgiriyê li pêşiya karkirina welatiyên Tirkiyê nagire û ew kesên îqameya wan a demkî jî heye dikarin piştî şeş mehan ji derketina nasnameya demkî ji vê biryarê sûdê wergirin.

Kurtulmuş amaje bi wê yekê kir ku 2 milyon û 414 hezar penaberên Sûriyê li Tikiyê hene û heta niha jî 5 hezar û 351 penaberan mohleta kar wergirtin e.

Basnews
Top