Hêzên wê beşdarî rizgar kirina Mûsilê bibin diyarbûn
Odeya Operasyonên Nînewa ragihand ku, Pêşmerge dê beşdarî operasyona azadkirina Mûsilê bibin û ti hêzên biyanî jî beşdar nabin.
Fermandeyê Odeya Operasyonên Nînewa, Necim Cibûrî ji ajansa Anadolê re ragehand ku, li gor texmînan, 5 hezar çekdarên DAIŞê di nava Mûsilê de hene.
Cibûrî diyar kir jî ku, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Sine ligel artêşa Iraqê dê beşdarî operasyona azadkirina Mûsilê bibin.
Li gor daxuyaniya Cibûrî, dê tu hêzên bejayî yên biyanî beşdarî operasyonê nebin.
Fermandeyê Odeya Operasyonên Nînewa eşkere kir ku, pisporên Amerîkî, Australî û Fransaî hêzên ku dê şerê Mûsilê birêve bibin, perwerde kirine.
Derbarê beşdarîkirina çekdarên Heşda Şeibî, Cibûrî diyar kir ku, biryar di destê Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî de ye.
Basnews
