Dr. Mehmûd Osman: Pêwîste hemû aliyên Kurd dest bi gotûbêjan bikin
Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman li ser pirsgirêka Sûriye û rojawayê Kurdistanê di peyamekî li ser tora xwe ya facebookê de got: Hemû aliyên Kurd, heta ku dem maye û nederenge, pêwîste dest bi gotûbêjan bikin
Herwaha Mahmûd Osman amaje bi siyaseta takrewî ya PYDê li Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand ku ew dabeşkirina siyasî û hizbî li wir pir metirsîdar e û aliyên siyasî di encama wê siyasetê de li şûna ku berjewendiya Kurdistanê biparêzin û roleke girîng li Sûriyê bibînin, dibin beşek ji berjewendiyên dewletên navçeyê.
Dr. Mehmûd Osman ragihana ku li cîhanê pirsa Sûriyê û paşeroja wê ji hemû pirsekî vê navçeyê germtir e, bêguman Rojavayê Kurdistanê jî li xwe digire, lewma ev yek ji partiyên wê perçeyên Kurdistanê dixwaze ku vê rewşê bi cidî û berpirsyaretî werbigirin û hewl bidin bo helwesteke yekgirtî divê rewşê de û di van guhertinên navçeyê de.
Wî siyasetmedarê kurd berçavgirtina rewşa navçeyê û bi taybetî ya Sûriyê, tekez kir ku nabe PYD bi tenê û takrewî hûkim bike, yan ENKSê bi tenê û yan jî her hêzek din be, ji ber ku ev dabeşbûna siyasî û hizbî pir metirsîdar e û aliyên siyasî li şûna ku berjewendiya Kurdistanê biparêzin û bibin xwedî roleke girîng di Sûriya bê de, dibin beşek ji berjewendiyên dewletên navçeyê û nakokiyên wan, bi taybetî Tirkiye û Erebistana Siûdî li hember Îran û Sûriye û Hizbilaha Libnanê, di vir de jî mezintirîn ziyan digihê wan.
Mehmûd Osman di postekê de li ser Facebookê de hişyariyê dide û dibêje, “Heta ku dem maye û nederenge, pêwîste hemû dest bi gotûbêjan bikin û li ser bingeha rêkeftina Hewlêr û Dihokê hevbigirin, yan rêkeftinên din bikin û ligel hemû hêzên demokratxwazên Sûriyê hevkar bin bo bidestanîna rêjîmeke demokrat ku mafê çarenivîsa kurdan tê de biselmênin. Eger vê yekê jî nekin dê bikevin bin lêpirsîna netewî ya kurd û dîrokê de.”
Rudaw
