Edroyis: Lazime hevkariya hêzên pêşmerge were kirin
Endamê Kongirêsa Amerîka dibêje lazime Pêşmerge bên pirçekirin.
Şerê li dijî DIŞIê de Hêzên Pêşmerge li Amerîka bûye rojev û Endamê Kongirêsê Êd Royis hişyariyê dide hikûmeta welatê xwe ku pêwîst e bilez Pêşmerge werin pirçekirin.
Kongrêsa Amerîka bi taybetî Komîteya Karûbarê Derve ya Kongirêsê hişyariyê dide Amerîka ku pêwîst e di siyaseta Rojhilata Navîn de çevê xwe bide Hêzên Pêşmerge û dereng nekeve di pirçekirina Hêzên Pêşmerge de.
Endamê Kongirêsê û Serokê Komîteya Karûbarê Derve ya Encumena Nûneran a Amerîkayê Ed Royis ragihand ku: ‘’pêwîste Amerîka rasterast Hêzên Pêşmerge pirçek bike da ku zêdetir bikaribin rûbirûyê DIŞIê bibin û serkeftinên zêdetir bi destve bînin.’’
Herwaha Êd Royis got: ‘’pêwîste kurdên êzdî û hin eşîrên din, ji Aliyê Amerîka ve werin pirçekirin.
