CHPê şandek a tenduristiyê şand Amedê
Di roja Duşemê 11yê Çileyê de parlamenterê CHPê yê Enqereyê Murat Emir, parlamenterê Antalya Dr. Niyazî Nefî Kara, parlamenterê Bursayê Orhan Saribal, parlamenterê Kayseriyê Dr. Çetin Arik û parlamenterê Muglayê Prof. Dr. Nurettin Demir dê ji bo çend lêkolînan û hevdîtinan herin Amedê.
Şanda CHPê di çarçoveya serdana xwe de piştî serdana Nxweşxaneya Fakulteya Tipa Zanîngeha Dicle û Diyarbekir SESê bike, dê beşdarî çalakiya “Nobeta Spî (Beyaz Nobet)” a ji aliyê çend sendîka û odeyan ve tê lidarxistin bibe.
Herwiha şanda CHPê dê piştre jî serdana Rêveberiya Tendiristiya Amedê û Odeya Hekîmên Amedê bike.
Rudaw
