• Friday, 20 February 2026
logo

Selîm Cibûrî : Pêşmerge di şerê DAİŞê de pir bi bandorê

Gulan Media January 10, 2016 Nûçe
Selîm Cibûrî : Pêşmerge di şerê DAİŞê de pir bi bandorê

Serokê Encûmena Nûneran a Îraqê aşkere kir hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAİŞê de pir bi bandore

Serokê parlemana Îraqê Selîm Cibûrî di hevdîtina dûyem a nav sê Encûmenên Parêzgehên Nînova, Selahedîn û Enbarê ku Hewlêrê hat li darxistin de diyar kir: ‘’Pêşmerge li dijî DAİŞê xwedî rolekî giring û pir bi bandore li tenişt hêzên Îraqê. Herwaha operasyona azadkirina Mûsilê nêzîke.’’

Selîm Cibûrî di berdewama axaftina xwe de got: ‘’Pêwîste ew navçeyên di bin desthiladariya DAİŞê dene xerckirina mûçeyê erkdarên fermîne bête kirin. Ew kesên di bin desthiladariya DAİŞê de ne pirsgirêkên mezin jiyan dikin, ji bo vê pêwîste mûçeyê van navçeyane bên xerckirin.


Basnews
Top