ROJAVA - Balafirên hevpeymaniyê 5 sivîl kuştin
Ofîsa Ragihandinê ya Lîwaya Siwar El-Reqa di daxuyaniyekê de ragihand balafirên şerî yên hevpeymaniya navdewletî li bajarokê Eyn Îsa dan.
Hat gotin li gundê Şifake yê rojavayê Eyn Îsayê pênc welatiyên sivîl bi navê Xelef Esker û sê zarokên xwe ligel keça birayê xwe di encama bombebarana balafirên hevpeymaniya navdewletî de jiyana xwe ji dest dan.
Ji aliyê din ve balafirên hevpeymaniyê duhî li navenda Reqayê jî li gelek cihan dan û gelek ziyan gihandin wan.
Bajarokê Eyn Îsa dikeve başûrê herêma Girê Spî û niha di bin kontrola Hêzên Sûriyaya Demokratîk de ye.
Rudaw
