Amerîka Koreya Bakur çavtirsî dike
Artêşa Amerîkayê di daxuyaniyeke de ragihand, balafira Amerîkayê ya ji cureya B-52yê ligel balafireke F-16 a amerîkî û balafireke F-15 a Koreya Başûr li nêzîk Navenda Asmanî ya Osana Koreya Başûr bi awayekê nizm firiyan.
Herêma Osanê dikeve başûrê Seul a paytexta Koreya Başûr û tenê 100 kilometreyan ji sînorên Koreya Bakur dûr e.
Di daxuyaniya Artêşa Amerîkayê de hat amajekirin ku ew helwestan wan weke bersiveke bû bo “tevgerên provokatîf” ên Koreya Bakur.
Di 6ê Çileya îsal de li Koreya Bakur bi lerza 5.1 erdhejeke rû dabbû piştre berpirsên Koreya Bakur ragihandibû wan bombeya hidrojen ceribandine.
Rudaw
