• Friday, 20 February 2026
logo

Serokwezîrê Iraqê dîsa gazî Tirkiyê kir: Demildest hêzên xwe vekişînin!

Gulan Media January 9, 2016 Nûçe
Serokwezîrê Iraqê dîsa gazî Tirkiyê kir: Demildest hêzên xwe vekişînin!
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku ew hebûna hêzên Tirk li nav Iraqê de qebûl nakin ji ber wê jî divê Tirkiye demildest hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.

Serokwezîrê Iraqê Heyeder Ebadî, îro bi helkefta 94emîn salvegera damezirandina Polîsê Iraqê, axaftinek kir.

Heyder Ebadî di axaftina xwe de diyar kir ku baweriya wî bi hêzên Iraqê, çi polîs çi artêş, heye ku DAIŞê bişkênin û got, hêzên iraqî dê îsal DAIŞê ji holê rakin. Serokewzîrê Iraqê, mîna her car vê carê jî behsa Pêşmerge nekir.

Ebadî behsa bicîhbûna hêzên Tirk li devera Başîkê ya Mûsilê jî kir û got, nabe Tirkiye bi hêceta şerê DAIŞê hêzên xwe bîne nav Iraqê û serweriya Iraqê binpê bike. Em ji Enqerê dixwazin demildest hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.

Heta niha gellek caran rayedarên Iraqê bi taybet Ebadî bang li Tirkiyê kirine, hêzên xwe ji Iraqê vekişînin lê rayedarên Tirk dibêjin, emê li Başîkê bimînin.

Serokezîrê Iraqê li ser aloziya îdamkirina rêberê şîeyên Erebistanê şêx Nemir Baqir jî axivî û got, nabe ew kesê ku rexne bike û opozîsyon be were îdamkirin. Ma gunehê şêx Nemir çi bû? Destê wî di karên terorîstî de jî tinebû. Em qebûl nakin nakokiyên mezhebî li deverê bên kûrkirin.

Rudaw
Top